Behna Dayika min

Zubêr Salih
Bêhna Dayika min

çîrok

Berî demekê bêhna  dayika min li serê min xist ji ber ku ev bû çend sal min ew ne dîtibo û êdî min hew karî bû bêhtir

bimînim, ji ber ku tu hezkirin li hember hezkirina Dayikê tuneye, li serê min xist ez herim bakurê Kurdistanê û dayika xwe

bînim wir da ku em karibin hev bibînin berî mirinekê,  min kar û barê xwe kir da ku ez berê xwe bidim bakurê Kurdistanê. Min Kerta xwe ya Firokê ji Hannover heta Istanbolê birî û min Visa Tirka ji bo 20 Rojan li Pasporta xwe xist û ez pir pir bi kêfim; ezê Dayika xwe bibînim, ezê ji Hannover bifirim herim Istanbolê û ji wir ezê herim Amedê,Paytexta Kurdistanê, warê Bav û Kalan. Kêfa min him ji bo dîtina Dayika xwe û him ji bo çûna  bakurê Kurdistanê ye, him jî ji bo dîtina gelek merevên min yên li wir dijîn û me hîn hev tu carî ne dîtîye,  tevî ko Pismamin û Kurxalin, lê ew Sînorê di nabera me de ne histiye ko em hev bibînin, lê ya herî giring dîtina Dayka min bû Min kar û barê xwe kir û min berê xwe da  bakurê Kurdistanê, ez destpêkê çûm Istanbolê û ji wir çûm Adana û ji Adana 9 seet bi Tirumbêlê çûm Mêrdînê bajarê Qiziltepe yê ko 14 KM nêzîkî Sînorê Kurdistana Rojava ye, li vî bajarî gelek Mervê min hene, dema ez gihîstim Qiziltepe gelek ji Mervê min li benda min bûn, dema em Çav li hev ketin; Hestekî Meriv nikare bîne Ziman, em çûn Lep û Rûyê hev û em hinekî biser hevde kelo girî bûn û me hinek ji Derdên Xerîbyê bi wan Hêsiran re wesandin Em wê Sevê ranezan heta li me bû sibe, tevî ko ez pir westiya bûm, êdî min pirsî ezê çawa  karibim Dayika xwe bînim Bakur ji bo em hev bibîbinin? Me dest bi karê anîna wê kir, bêtirî Heftîkê me tu rê ne hist û me neda ser û tu derî nema û me lê neda, me kir û nekir ko em karibin wê derbasî Bakur bikin mixabin çênebû, sedem ji ber ko li Sûrî bê Nasname dijî wek 150000 Kurdên belengaz.Ez pir xemgîn û dil sikestî mam, di nav bera me de sînorekî ji têl, bumbe, esker û cendirman hatiya lêkirin Bê çare mam, ez fikirîm ez herim dirbêsiya Serxetê û diya min jî were Dirbêsiya Binxetê ser sînor û em hev li wir bibînin ji vê yekê pêve di Destê min de nema Roja din me soz da hev û em hatin ber Sînor, da ko em hev bibînin, wê di navbera me de esker û Cendirme hebin, lê min got dîsa xemnake, hema ez rengê Dayika xwe bibînim bese, ez ji dûr hatime ji bo dîtina wê ez û çend  pismamên min û Hevalekî min jî ji Mêrdînê bi min re hatin û em çûn ber Qapî yan jî ber derî, dema cendirmê Tirka em dîtin, ji me pirsîn hûn li vir li çi digerin we xêre Pismamê min bi Tirkî jêre got ev Mervê min e ji Almanya hatiye ji bo dîtina Diya xwe, heger hûn Derfetê bidin bera 5 deqa nêzîkî hev bibin û Silavekê li hev bikin ?!!! Em hîna vê xwestekê ji cendirme dikin, min dî Dayika min jî hêdî hêdî ji wê de tê, bi Darê xwe dimese û Berçavk li ber çavê wê ye, da ko karibe ber xwe bibîne, dema min ew dît min hew karîbû xwe bigrim çavên min ji girî venebûn, ew hîna ber bi me ve tê, eskerên hêla din hatin pêsiya wê û ew vegerandin bisûnde, bêhtirî 200 Metrî ew vegerandin Min hew xwe girt, min ban li Eskerê Ereb kir û got: ma çi bi wê pîrê re heye te ew vegerand?Lê wî li min venegerand û her wî wek xwe kir û nehist em nêzîkî hev bibin û ew ji min dûr kir .Cendirmê Tirka qey Dilê wî bi min sewitî ji min re got: Sebir bike, ezê bi mezinê xwe re biaxivim, belkî em we nêzîkî hev bikin, ê min ji girî deng ji min dernediket, lê pismamê min jê re got: base, emê li bendî we bin

Li vir çîroka Sêr û Rovî û Wawîk hate bîra min (dema Rovî ji Wawîk re got ez nema qebûl dikim kes ji bakur here basûr an jî ji basûr here bakur bêyî ko Riya xwe bi min bixin! Rovî ji Wawîk re got: tê bibe eskerê min, em nahêlin kes di van Sînoran re derbas bibe?Wawîk ji Rovî re got: tu emir dike serokê min, ma Sînor berday ne Serokê min? em êdî hew dihêlin kes here bakur û basûr bê ko Riya xwe bi mexin.Dibê Rovî çû ji xwere Berçavkek ji binê Qedeha çê kir û da ber çavê xwe û pista xwe da lateke mezin û berê xwe da Rojê û çavê wî ma li Sînor Pistî bîstekê Rovî dît ko wa Sêr ji bakur berê xwe daye basûr, ji xwe re li Nêçîrekê digere, Rovî zû bang kir Wawîk û jêre got: bilez bighêje Sêr û wî ji min re bîne vir, ka bê çawa wê here basûr bê ko Riya xwe bi min xe, ma Sînor berdaye .yan bê Xwedîye? zû wî ji min re bîne, ezê çavê wî derxim.Wawîk got: heyran ev Sêre, em nikarin pê!.

Rovî got: na, na em karin pê.

Wawîk berê xwe da Sêr, gihast ba, silav da û jêre got: Serok te dixwaze.Sêr ji Wawîk re got: Serok kîye?Got: Serok Seroke, tu were tê nas bike bê kîye!?Sêr behitî ma, got: gelo ma kes ji min xurtir heye.Sêr rabû da pê Wawîk û berê xwe dan cem Serok, Sêr lê nerî ko Rovî pista xwe daye Lateke mezin û berçavk li ber çavê wîne, Sêr pirsî got: kanî Serok Wawîk, ev Rovî ye? Wawîk jêre got: reca dikim nebêje Rovî, ev Seroke! Rovî ban Sêr kir jêre got: binere ev Sînor ne bê xwedîye ji îro û pêve çênabe tu wisa here û were, va min ji tere got û ji min fam bike û tu wek min neke emê li te xin heta em çavê te derxin.Rabû Wawîk ji Rovî re got: na, na Rovî Sêr ne sêleye vê carê wî bide xatirê min, lê carek din ew bêyî me Sînor derbaske emê wê çaxê lêxin û lêxin emê wî ji kustinê berdin!!?? 

Rabû Sêr ji xwe re got: wey xwelî li serê min be,  Rovî min digre û Wawîk min bera dide

û ev jî çîroka min û Esker û Cendirmê Tirk û Ereban bû

( Zubêr Salih )

,,,

Home
Muzik
Video
Wêne
Têklî