Copyright ©2010 Design M-Shergo.com
Daxuyaniyek ji stranbêj Zubêr Salih


25 Tebax 2008 Dusem Saat 19:36


Min rojekê ji rojan, serê tu kesî nekiriye...



Lîstikine qirêj dijî min têne lîstin û hinek jî agirê ewaniyê gurr dikin.

Hinek bawer dikin û hinek serê min dikin, bêyî ku zanibin ka ev tist rast an derew in.

Hema wisa!!

Min rojekê ji rojan, serê tu kesî nekiriye û li pist tu kesî neaxivîme, ne bi xwesî û ne bi resî û nakim jî.

Heger kesî tiskî bêrêzî ji min bihîstibe, hêvîdar im rastrast ji min re bibêjin û li pê min çîrok û çîvanokan neafirînin.

Dema ku mirov ji gotinekê sedî-sed  ne bawer be, gerek mirov wê gotinê neke cîrok û nexe nav devê qenc û neqencan de. Ez tim dibêjim, heger mirov ber ne li pês be, derb ji pasî ve li mirov nakeve û ku yê ne tistek be, dîsa kes qala wî nake.  Hez dikim ku bi xwesî qala mirovan bê kirin ne bi xerabî û zikresî û bi taybet dema ku em tistekî xerab nekin.

Nameya min nameyeke hunerî ye. Ez ji bo mirov û mirovatî yê stranên xwe dibêjim. Ez li ser evînê, li ser welatê xwe, li ser bindestîya me, li ser sehîdên xwe stranan dihûnim. çima kesine hene bi van cîrokên bê bingeh, dixwazin min ji netewa me dûr bikin, min ji rastiya min veqetînin û min li ber çavê medya kurdî, rêxistin, komele û saziyên ola Êzîdî res bikin.

Di dawî de, hêviyek min ji hemûyan heye, partî, rêxistin, komel û medya kurdî van çîrokên ku li ser min çêdibin bawer nekin û heger kesî tistekî ne di rê de li ser min bihîst jî, ez hîn sax im, hûn dikarin peywendiyên dostane bi min re saz bikin.

telefonên min û emaila min ev e:

00491734427638

00491738073288

zubersalih@hotmail.com

Rêz û silav

Zubêr Salih


Home
Muzik
Video
Wêne
Têklî