Copyright ©2010 Design M-Shergo.com
Home
Muzik
Video
Wêne
Têklî
ez ü saza xwe bi hevere em mezin bun..!! berprsyarê yekitiya hunermendên rojavayê kudistanê 
Zubêr Salih hunermendekî hêjaye û bi qedir û qîmete di asmanê stirana kurdî wî cihekî bilind girtiya nemez li ba ciwamerê gelêrî yên ji stranên resenî hezdikin ew stiranên kevnar têr meqam dema merov li wan guhdarî dike can û derûna merov zelal dibe û dil sadibe , bezma van strana ji vîna sofîdara ye ev curê hanê kirî biber nemanê ve biçwa lewra hunermend zibêr salih hizrê xwe da van sitrana û gewher di wande dîtbû rabû ji nûve ev sitran sînkirin bi awazên xweyî nazdar û dengê xweyî xwes û sanaz bi vî awayî zubêr salih derbasî dil û hûnavê guhdara bû û bandore wî li mirov hebû ta  zubêr salih bû hunermendekî navdar li hundir û dervê welat wî bi awaz û stranê xwe di hofik û sevbihêrkên kurda de avîndar dilsakirin û bêrkal jiyana wan pakkirin wek melayê cezîrî yê agirê avînê di kezeba de gur kiribû bi helbestên xwe .


1- bi kurtî jiyana xwe bi me bide naskirin wek mirovekî navdar


*- berî her tisî ez spasya we dikim ji bo vê hevpeyvînê, ez wek têm naskirin bi navê xwe ê rastî Zubêr Salih min qet tucarî navekî din li xwe nekiriye, ez ji malbatek hunerî me bavê min deng bêj bo û birayê min muzîk jen bun ,ez hatim dunyê û tembur berî min li malê daliqandî bo, di zarok tiya xwe de ez fêrî vê sazê bum û nayê bîra min ko carekê min nizanî bo lê sazê xista ez û saza xwe em bi hevere mezin bun û me gelek tisê xwesh û ne xwesbi hevra derbas kir, û di zütirîn dem de min hewl da go ez stranê xwe bi xwe cêkim da ko berhemê minî taybet hebin ,min ne xwest ez bimînin her stranê  hunermendê berî xwe bêjim  û di dema mede bê goman gelek zahmetî  hebun lê dîsajî min ew qeyd skan û min berdewam kir


2- tu gelek cur û sêweya vedhojîne wek stranê sahiyê û yên netewî û hinek stran bezma wan giranin û hinin din bezma wan bi lez û sivêkin û hin  serqîne û hin xerbîna bo çi ev cûrana gistik li ba te peydadibin , di raya tede ev bezmên sivik û bilez mirov di cîhana hunerî de windadikin  gelo tu bi kude dice te rêka çi dibistane ji xwere hilbijart tu di çi warîde hêza xwe mosîqî dibîne..?!


*- li vir di xwazim tisî zelal bikim min ne tenê helbestê xwe gotiye min helbestê gelek helbestvanê kurd gotiye wek minak /Bêbuhar/Tîrêj/Ceberxwîn/Xemgînê remo/Cafer Taha/Hemîd dirbas/ezîz xemcivîn /ahmed huseynî/kawa sxê/kerîmo/Seydayê Cizîrî/ û gelekî din,lê awaz min hewldayê go ez awazê kesî ne bêjim jiber taqatê min heye û ez ne bi hewcî go awazê kesî bêjim lê ne kêmasîke heger ez awazê hevalekê xwey hunermend bêjim , û cima ez helbestê cêdikim û dibêjim ewjî sedemek xwe heye û ew sedem jiber dema ez helbestekê ji hestê xwe cêdikim wê gavê ez karim ya dilê xwe bêjim û bînim ziman  ji ber ez bawer nakim go yek karibe hestê min û tisê ez di xwazim bîne ziman wek go ez karim pirsa 2 dinerîna min de rengê hunera min rengekî taybete û hestekî nazike û ez naxwazim wek tu kesî bim ez dixwazim ez wek xwe bim  wek Zubêr Salih û qet rojekê ne fikirîm  ez xwe bikim wek kesekî ji ber ezjî mirovim wek vê xelkê.


3-Bi nerînek hunerî tu mosîqa kurdî çawa dibîne nemez li kurdistana rojava, di nava vê lezêde û pelobonê de ya awazên ne durist derdixîne ye qenc û xerab tevlîhev dike û em mecbûrin li wan guhdarbkin..?!


*- berî ez nerîna xwe bidim ez xwe nabînim bi qwasî wê yekê go ez nêrîna xwe bidim ser hevalê xwey hunermend û muzîka wan lê ez karim bi gistî ser hunera me ya rojava bi axivim di nerîna min de huner buye karekî herî hesan ji bo qezenc kirina pera û xwe naskirina bi xelkê, her yekî go nikarî bo karekî bike berê xwe daye hunerê ji ber ew ya herî hesane go pera qezenc bike û xwejî bide naskirin bi xelkê lê evjî wek ew qirsh û qalê go li ber bê dikevin bilind dibin û û shewq didin û zü zü dikevin lê huner ewe go hunermend her û her bilind bi be ü bilnd bi be û nekeve û neyê jibîr kirin  gerek em vê yekê zanibin ,pir hatin û cün  û wê bên û wê herin û  hunermendê rast wê wek ew qurmê dara gwîzê yanjî dara xwrma wê her serê wî li jor be û bilnd be


4- tu xwe himberî kê dibîne ji hunrmendên pêsinde û gilo te tistekî nû li wan zedekiriye di vî warî de en tistekî xuya te bikar anîye pistî van salên bûrî .?!.


*-ez karim bêjim ez di nabera 2 cîla de derbas bum yek jê cîlê said yusif ü nemir M.sxo û cîlekî din di pê wanre hat ez di nabera herdo cîla de bun yanî dan û stendina min bi herdo cîla re  bo min bi nemir M.sxo re stran gotin û said yusif û cîlê din jî wek dawid adwanî ü abdulqadir silêman ü nezîr mihemed û gelekî din , û heger tu bi xawaze nas bike bê ez li kîjan qatê me di nav hevalê xwey hunermende ez dibêjim ez ji kesî ne cêtirim ez wek her hevalekî xwe me ,lê di dest pêkê de min got  û ez na xwazim wek kesî bim ez di xwazim di hunerê de rengekî minî taybet hebe û ez bawerim heye  ,lê min ci li muzîka kurdî zêde kir, ez karim bêjim min gelek lê zêde kir min 19 berhem zêde kir û ev tisî ne hindike yanî dor 200 stran min zêde kir û ev jimarek ne hindike 


5- tu ciqasî xwe girêdayî dibîne bi cî û warê xwe ve bandora cî çiqasî li te heye û gelo ev bandor di awaz û stranên tede xuyadikin çî bandore kurdistana serbixwe li  te  hebû dem tu çû serdana wê  ..?!


*-  bi rastî bandura cîh li ser mirov gelek heye  û ev yek li ba min  hat diyar kirin  dema ez ji welat kocber bum û hatim welatê biyanîyê  û hatina min 5 sal ji hunera min pasxist ji ber  min 5 sala tu berhem dernexist ü sedem guhertina cih bo ji ber dema ez li welat bum tim hezkiryê min doza stranê nuh li min dikirin û minjî xwesteka wan pêk tanî lê li van welata  mirov ji civaka xwe dure û kesî nêzîkî te go te tev bide tune  jibo vê yekê  tujî jibîr dike go tu hunermende ü cavê gel li riya stranê tene û sedema herî mezin dür buna ji civakê ye


6- tu ji çi avakiriye wek hunermend çi taybetmendîyên te hene di werê miz û xêvzanînê de , hunermend çawa bi nav û deng dibe di jêr vê qerebalexê de ya perda guhê merov diteqîne..?!


*- bingeha min malbata min bo go min xwe li ser wê bingehê avakir û hezkirina min ji muzîkê re


7- tu ji ku sermyanê xweyî giyanî û merovanî distîna û çawa tevlî cymenê dibe , tu dewlemende bi peyv û guteyên ku bandore wan li derûna merov heye, yên nêzîkî filkilor û kultorê kurdîne awana hîn di jiyana mede berdewam dikin , bêgoman te bi jîrbûn û jêhatî û hizrê nazik watak nûjen daye bêjeyên kurdî kevnar dema ew stranê hêja te jiwan derhinêr kirin ev taybetmendîk li  ba zubêr salih tenê peyda dibe , gelo bi saya hizrên teyî nazikbû yê naskir çawa zîv û zêrê kultora me sîn bike ..?!


*- wek berî ana min got civak pir giringe ji bo hunerê  ü hunermend  , ez timî hewl didim go naveroka strana min ji nav cîrokê civaka min be ez tim derdê gelê xwe tînim ziman  û ji bo vê yekê ez hatim hezkirin ü qebulkirin  ji ber min derdê gelê xwe tim di stranê xwede di got ci evînî ba û ci civakî ba û ci welat parêzî ba û gelek tisê din ez tim bi zimanê gelê xwe di axivin û ev tisî pir giringe ji ber wê gavê gelê te dibîne tu ês wî tîni ziman ji lewra tu cihê xwe di dilê gelde cedike û min tucarî gelê xwe bi stranê xwe ne xapandiye ji ber ezjî yek ji vê civakê me  


8- gelo rasete ew peva dibêja ( peyva xwes û awaza bas û vehojîna qenc ) sedema biserketina  hunermende tu dibê çi..?!


*- bê goman ev raste wek min got dema tu bi zimanê gel strana xwe srove dike wê caxê tu milet ber bi xwe ve diksne û bi rastî gotinê ez  hildibjêrim tim balkêsn û xwesn ,ez tucarî stranekê  nabêjim heger ez jê ne razîbim , û ez tim li nav serpêhatîyê gel digerim ê evînî ü civakî bi taybet ji bo vê yekê ez dibînim go ciwan û pîre mêr ü her bes gel ji min hez dikin û heta zarok 


9- pistî vê kuça dirêj tu çi sudmendiyê di hunerê xwede dibêne te gelek ilbom û hofik û sevbihêrk bêskêskirin li welat û li derve , te cê xwe di nav hunermendên kurdî mezin de çêkir , Zubêr Salih gotina dûmahî gelo tê çi bêje wek stranbêjekî mezin bi nav û deng , besî teye ku tu xwediyê ( sebah alxeyîrî xanamin ) ya can û dil û kezeba guhdara di hilîne , gelo bi saya  te wê stirana kurdî pêngavek hêja wê bi aliyê hunerê resen ve bavêja..?! 


*- di vê riya dûr û dirêj go ev bêhtirî 30 sal ez di nava hunerê de kelîyam bê guman min gelek da hunera xwe hunera kurdî û min gelek jî  jê stend bi rastî ev pirs gelekî giringe û bi cend gotina nikarim bersivê bidim , ji ber min di jiyana hunerê de gelek tisê xwesh û piroz dît min gelek hevalê xwesk û delal nas kir min gelek svê di bin runahîyê  kesk û sor û zer û sn de derbas kir û li ser sahnê medyê kurdî min pir stranê xwes gotin . min gelek bajarê go insan bi hisreta dîtina wanin min svê xweslê wan bajara derbas kir li gelek paytextê dunya yê  geriyam ü ev bajarê ez di cümê tim hezkiriyê min pêsazya min dikirin ,tim rûîyê xwesk bi mire dikenin û gelek tisê din ,lê minjî gelek ji jiyana xwe da vê hunerê ez bi svê dirêj bê xew dimam ji bi bo ez stranekê xwescêbikim xelk di ketin xewê ez dimam syar hevalê min di cün seyran geha ez di mam di malde ji bo helbestekê û stranek nuh bi afrînim , ji bo strana ((sebah al xêrî xana min)) bi rastî vê stranê gavek mezin da min lê nayê wê wateyê go ev strana minî herî xwes na ji ber min gelek stranê wek wê cêkir lê ji ber ne hatin wesndin wek (sebah al xêrî xanamin)nehatin naskirinjî wek wê ,min 10 helbestê cizîrî awaz dan û tev xwesn lê ne hatin wesndin û riya xwe nedîn wek( sebah al xêr) û heger ez her tisî bêjim  wek min got ev bêhtirî 30 sal huner mere nikare tevî di hevpeyvînekê de bîne ziman, li vir ez pir pir spasya we dikim  ji bo vê hevpeyvînê û ez pir kêf xwesm go hevalê minî hêja( husên ehmed) go ev hevpeyvîn bi mire kir spas dikim ji bo malpera we û serkefin  ji ber kar û xebata we


Têbîn:

Wergera pirsa û pêsgtinê ji zimanê ereb î; Zagros Osman
Hisên Ehmed: Hevpeyvîn degl hunermend Zubêr Salih